101 Gotınen Peşıyan 101 Çirok

Mehmet Öncü

Kitap Açıklaması

Gotinên pêşiyan, gotinên gel ên bi kakil in ku di heman demê de bi hêza xwe, teşe didin jiyana gel. Gotinên pêşiyan, ji destpêka dîroka gelan heta roja me, ji bawerî û kevneşopiyên gel dawerivîne, li gorî qaîdeyên rûniştî bi qalibên diyar tenê gotin û nivisîn.

Her gotineke pêşiyan darêzekê, dersekê, hukmekî an jî şîret û pendekê,dahêneke bedewkar, derûniyekê, qerf û henekeke estetîk û rexneyekê dihewirîne.

Her gotineke pêşiyan, teqez cara pêşîn ji aliyê kesekî zana û şareza ve hatiye gotin. Paşê navê wî kesî hatiye jibîrkirin. Lê ji ber ku ziman zindî ye, di pêvajoya dîrokê de tevî xwe, gotin û kilîşeyên xwe jî veguherandine. Ango halê xwe yê dawî stendine.

Di vê berhema ber destê we de, hûn dikarin serkaniya gelek gotinên pêşiyan yên Kurdan bibînin. Her wiha, ew gotinana ji kîjan sedem û bûyeran pêk hatine, di çi wateyê de, bi kîjan şêwazê û ji bo kê tên gotin,hûn dikarin bibînin.



Mehmet Öncü Kitapları

20,00 ₺
Satışta Değil
SEPETE EKLE
Kitap Ayrıntıları
ISBN: 9786059413398
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: Normal
Sayfa Sayısı: 208
Basım:
Ebat: 13,5x21 cm
Ağırlık: 208
Yorumlar
Yorum eklemek için üye girişi yapmalısın.
Bu kitap hakkında ilk yorum yazan sen ol.