Çavderiyen Barbareki

Kawa Nemir

Kitap Açıklaması

Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir derçû!

Çavdêriyên Barbarekî, yekem pirtûka kurteçîrokan a helbestkar û wergêr Kawa Nemir, ku li dû encama nivîsandina gelek deqên kurteçîrokan peyda bûye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş, Bîşenga Deşta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê yêdinbûnê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê Kurdî yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kurdî diceribîne.

Nemirê helbestkar, piştî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê xefkirina wî re toza serdeman tê daweşandin.
Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya Kurdî de li ber e ku riyeke nû veke.
Ji Weşanxaneya Lîsê, pêngaveke nû ya ku şax û perên çîroknûsiya Kurdî berfirehtir dike.



Kawa Nemir Kitapları

16,00 ₺
Satışta Değil
SEPETE EKLE
Kitap Ayrıntıları
ISBN: 9786056211249
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: Normal
Sayfa Sayısı: 77
Ebat: 13,5x20 cm
Ağırlık: 77
Yorumlar
Yorum eklemek için üye girişi yapmalısın.
Bu kitap hakkında ilk yorum yazan sen ol.