Keşana Lekeran

Birahim Xelil Taş

Kitap Açıklaması

Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş derket!

Weşanxaneya Lîs a ku bi gelek rêzên pirtûkan ev heft sal e bi berdewamî di xizmeta ziman û wêjeya Kurdî de ye, îcar Rêza Rêzimanê da destpêkirin û pirtûka bi navê Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş wekî pirtûka pêşîn a vê rêzê weşand.

Wekî yek ji hêmanên rêzimana zimên, lêker mijara sereke û girîng e. Di hevokê de, lêker bingeha hevoksaziyê ye. Peyva ku tevger û kirinê di hevokê de nîşan dide lêker e, wisa ye ku bê lêker hevok nayê sazkirin û nivîsîn. Nivîskar Birahîm Xelîl Taş, ji bo ku vê girîngiya lêkeran di Kurdî, zaravayê Kurmancî de jî dupat bike û di vî warî de tevkariyeke girîng li rêzimana Kurmancî bike, di Kêşana Lêkeran de, 74 kêşan li 5251 lêkeran sepandine. Bi vî awayî jî, li ser bingeha bi rist (regular) û bê rist (irregular) mekanîzmaya lêkerên zaravayê Kurmancî nîşan daye.

Kêşana Lêkeran a Birahîm Xelîl Taş, di warê rêzimanê de, xizmeteke baş ji bo Kurdî, ji Weşanxaneya Lîsê.



30,00 ₺ %25
22,50 ₺
Tedarik Süresi: 2 iş günü
100 TL üzeri kargo bedava! Kargo Bedava
Kitap Ayrıntıları
ISBN: 9786056211270
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: Normal
Sayfa Sayısı: 204
Ebat: 13,5x20 cm
Ağırlık: 204
Yorumlar
Yorum eklemek için üye girişi yapmalısın.
Bu kitap hakkında ilk yorum yazan sen ol.