Qesra Spi

Murad Dildar

Kitap Açıklaması

Li paş Çiyayê Şin, deşteke mezin hebû. Di nav wê deştê de çemek diherikî. Ji ber ku ava wî çemî pirr zelal bû, jê re digotin Çemê Zelal. Dora Çemê Zelal tev de giya û kulîlk bûn. Darê bilind li dû hevdû rêz dibûn. Li qeraxa Çemê Zelal, di nav daristanê de gundekî şên hebû. Însanên wî gundî her roj derdiketin seyranê. Ji ber ku şêniyê gund pirr diçûn seyranê, ji dora Çemê Zelal re digotin Welatê Seyranê. Lê di şeveke tarî de zinarekî ecêb û mezin ji jor de hat û ber Çemê Zelal girt. Gundiyan kirin nekirin zinar ji ciyê xwe neleqiya...Kosî, kîroşk, hirç û xezalan alîkariya gundiyan kirin lê zinar ji ciyê xwe neleqiya. Gelo wê çawa wî zinarê ecêb û mezin ji ber çemê zelal rakin? Ji bo vê pêwist e Dilgeşê piçûk î wêrek, berê xwe bide çiyan...Rêwîtiyek dûr û dirêj û bitalûke dest pê dike. Felata wî û xelkê wî ê di encama vê rêwîtiyê de diyar bibe... Ji Mûrad Dildar, di tama çîrokên sedan salan ê bavûkalan de, çîrokeke fantastîk...

Murad Dildar Kitapları
16,00 ₺ %28
11,52 ₺
Tedarik Süresi: 2 iş günü
50 TL üzeri kargo bedava! Kargo Bedava
Kitap Ayrıntıları
ISBN: 9789944382816
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Cinsi: Kuşe
Boyut: Normal
Sayfa Sayısı: 32
Basım:
Ebat: 20x24 cm
Çevirmen: Yusuf Avşar
Ağırlık: 157
Yorumlar
Yorum eklemek için üye girişi yapmalısın.
Bu kitap hakkında ilk yorum yazan sen ol.