Kitap Açıklaması

Pişt, niqaşeke dûvdirej, bi hev re gihan biryareke ku evarki tevde bi hev re biçin keşfeke dawi li ser sînor bikin. Biryara keşfê kelecaneke nuh bi Evdil re çêkiribû. Cara yekê bû dê ew "şûr"ê ku malbata wî di nîvî re kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişkê ve nîvê mirovên wî kiribûn Serxetî û nîvê mayî jî kiribûn Binxetî çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû: "Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine, û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê serxet e! Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane? Gotin na wile hûn nikarin derbasî wir bibin, wê derê dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serên dînan, dixwestin ku em jê yeqîn bikin. Lê me dizanibû ku em hîna dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê te Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev li zarokên xwe, hemû tev de di şevekê de bûbûn Serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn Binxetî!.."



Menaf Osman Kitapları

18,00 ₺ %28
12,96 ₺
Tedarik Süresi: 2 iş günü
100 TL üzeri kargo bedava! Kargo Bedava
Kitap Ayrıntıları
ISBN: 9786058134805
Kapak: Ciltsiz
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Boyut: Normal
Sayfa Sayısı: 176
Basım:
Ebat: 13x19,5 cm
Ağırlık: 176
Yorumlar
Yorum eklemek için üye girişi yapmalısın.
Bu kitap hakkında ilk yorum yazan sen ol.